Bi hezaran şêniyên Qamişloyê şervanên QSD’ê şehîd Mecîd Korêş (Tolhildan Efrîn), şehîd Egîd Xelîl (Devran Qamişlo) û şehîd Şêrmar Egîd Xelîl oxir kirin. û merasîma xiyabî ya 4 şervanên din çêkirin.
Şehîd li Pakrawangeha Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hatin oxirkirin.
Di merasîma şehîdan de wêneyên şehîdan, alên kurdî hatin hildan, dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ’ê”, “Sond dixwin bi xwîna we ey şehîdên bêmirin” hatin berzkirin.
Merasîmê bi kêliyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, hêzên leşkerî û malbeta şehîd Mecîd Korêş axaftin hatin kirin.
Axêveran gotin: “Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li şoreşê ye, xwedîderketina li doza xwe ye. Dema dayîkên şehîdan bi Tilîliyan pêşwaziya zarokên xwe dikin, dibêjin ku em bi şahadetê xilas nabin û têk naçin”.
