Yekitiya Mamosteyan û Desteya Perwerdeyê li kantona Reqayê ji bo Roja Mamosteyan a Cîhanî şahiyek li dar xistin.
Şahî li Hola Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê, bi tevlêbûna bi dehan mamoste û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hat sazkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Ehmed El Xelef, Hevserokê Desteya Perwerdeyê a Kantona Reqayê Mihemed Elî û Endamê Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mensûr El Şêx axivîn.
Axêveran diyar kirin ku mamoste afirînerên nifşan û hilgirên peyama ronakbîrî û zanînê ne.
Di dawiya şahiyê de, Hevserokatiya Rêveberiya dibistanan a kantona Reqayê û hejmarek ji mamosteyan hatin xelatkirin.
