BERXWEDANA LI BENDAVA TIŞRÎNÊ BI COŞ BERDEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Berxwedana gel ya li Bendava Tişrînê, bi coş, israr û biryardariyeke xurt di roja xwe ya 68’an de berdewam dike.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha ji bo piştgiriya QSD’ê û YPJ’ê, çalakiyên xwe li bendavê didomîne.

Karwana 6’an a xelkê kantona Firatê li bendava Tişrînê çalakiya nobetê dewr girtiye.

Berxwedêrên li bendavê dibêjin, ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê bilind bikin û ji pişta şervanên ku parastina vê axê dikin, gavan şûnde neavêjin.

Share This Article