LI KANTONA FIRATÊ JI BO PARASTINA ZAROKAN ÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa parastina zarokan ya kantona firatê Di çarçoveya pêngava ku desteya jin ya Rêveberiya Xweser daye destpêkirin, şahî û çalakiyên cûr be cûr organîze dike.

Rêveberên ofîsa parastina zarokan ya kantona firatê ji rojava tv re axivîn û behsa armanc û giringiya pêngavê kirin.

Ofîsa parastina zarokan ya Kantona Firatê bi armanca zanekirin û hişiyarkirina zarokan şahî û çalakiyên cûr be cûr organîze dike.

Di çarçoveya pêngava desteya jin ya Rêveberiya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi diruşmeya, “Başbûn û Parastin, Pêşveçûn û Têgihaştin, Ji bo Zarokatiyeke Tendurist” daye destpêkirin, Ofîsa parastina zarokan ya kantonê, semîner û çalakiyên hişyarkirnê yên giring li dar dixe.

Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan ya Kantona Firatê Fatma Bozan got, Armanca wan kêmkirina diyardeya bikaranîna zarokan û tundiya ku li dijî wan tê kirin.

Her wiha Rêvebera ofîsa parastina zarokan ya kantona Firatê Xûnav Bozan jî behsa giringî û armancên pêngavê kir.

Di şerê navxwe yê Sûriyê de, qurbaniyên herî zêde zarok bûn û piraniya zarokan ji mafên xwendinê hatin bêparkirin, lê Rêveberiya Xweser bi rêya yasayan mafên zarokan diparêze û jîngeheke aram ji bo wan ava dike.

Share This Article