HUNERMENDÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI XEBATÊN YEKRÊZIYÊ RE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê bi rêya pêşandana berhemên xwe yên hunerî partiyên Kurdî li ser yekrêziyê teşwîq dikin.
Hunermendên Kurd Rozerîn Dêrik û Xalid Dêrik bi rêya Rojava TV banga yekrêziyê dikin.

Bi serpereştiya fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî careke din bizavên avakirina yekrêziya navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin.

Di van xebatan de hunermendên herêmê jî bi roleke sereke radibin û bi rêya pêşandana berhemên xwe yên hunerî partiyên Kurdî li ser yekrêziyê han didin.

Hunermend Rozerîn Dêrik dibêje, pêwîstiya me ji her demê zêdetir bi yekîtî navmala Kurdî heye.

Her wiha hunermend Xalid Dêrik jî piştrast kir ku, rola hunermendan ya di avakirina yekrêziyê de berz e.

Di sedsalên rabihorî de hunermendên Kurd bi rêya hunera her dem pesna yekîtiyê dana û di qonaxa heyî de jî bi heman rol û mîsyonê radibin.

Share This Article