Bêrîtan bû ruh, raman, heqîqet û destaneke nemir.
Bêrîtan bûye sembol û ji artêşa jinan re bûye mînak.
Bêrîtan bi eşqa xwe ya ji jiyanê re hêza rasteqîn a jinan a di aliyê rêxistin, şer û jiyanê de nîşan da.
Fermandar Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî navê xwe di rûpelên dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de nemir kir.
Bêrîtan bi şehadeta xwe têgeha jina azad, jina bi cesareat a serî ji dijmin re natewîne çesipand.
Şehîd Bêrîtan sala 1971 li warê berxwedanê Dêrsima Bakurê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vedike.
Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Al Ezîz diqedîne û xwendina zanîngehê li Stenbolê temam dike.
Bêrîtan di salên xwe yên xwendinê de fikrê têkoşînê nas dike û dest bi lêgerîna li heqîqet û azadiyê dike.
Di sala 1991’an de berî dide çiyayên Kurdistanê û tev li nava refên têkoşîna azadiyê dibe.
Rola lehengiyê ya Bêrîtan di perwerdekirina jinan li ser esasê ramanê azad ê bê qirêjî û koletiyê, derket holê.
Bêrîtan ji bo jinan mînakek bû, serpereştiya perwerdekirina komek şervanên jin kir û kedeke mezin da artêşbûna wan.
Fermandar Bêrîtan îspat kir ku jin bi şerê xwe heye û di şer de rastiya xwe diafirîne û jina ku bi şer û têkoşîna xwe azad dibe bêhtir tê hezkirin û jina ku ji bo ramanên xwe têdikoşe, natirse û di şert û mercên herî tarî de bi tena serê xwe dikare têbikoşe.
Bêrîtan dibêje: “Jineke qels tune ye, Jinek heye ku hêza wê hatiye desteserkirin”.
23′ê Cotmeha 1992’an şerê di navbera gerîla û xayînan de gur dibe. Şehîd Bêrîtan piştî ku tevahî hevrêyên wê şehîd dibin, 25′ê Cotmehê ji aliyê çekdarên PDK′ê ve tê dorpêçkirin.
Bêrîtan li ber xwe dide û şer dike, piştî guleyên wê xilas dibin, çekdarên PDK′ê jê dixwazin xwe teslîm bike û gotin ku eger teslîm bibe ziyanê naghînên wê.
Hingî Bêrîtan vê bersivê dide wan: “Eger hun bi dijmin re bibin hevkar hun xayîn in. Divê hun xwe teslîmî me bikin”.
Fermandar Bêrîtan bi cesaret û serbilindiyeke mezin xwe ji lutkeya çiyayên Xakurkê ên bilind avêt û wiha diqêriya “Bimre Xiyanet”.
Qêrîna wê ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bû, Ev qêrîn wêrekî û hêza jina Kurd nîşan da.
Bêrîtan bi vê çalakiyê bû rihek, fikrek û bû heqîqet. Bêrîtan destaneke nemir e û bûye sembol û nimûna artêşbûna jinan.
Çalakiya şehîd Bêrîtan mîna tohildana ji zîhniyeta paşverû ye ku ked û mafên jinan înkar dike.
Her wiha hêza jin û îsrara wê ya ji bo têkoşîn û lêgerîna li azadiyê derxist holê.
