Yekîtiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma ′Kedkar parêzvanên çandî exlaqî ne′ civîna xwe ya salê li Hesekê li dar xist.
Civîn bi amadebûna hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM Rokn Ehmed û Xerîb Heso hate li dar xistin.
Di civînê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, paşê rapora salê ya yekîtiyê hate xwendin.
her wiha geşedanên siysaî yên li herêmê hate nirxandin.
beşdaran bal kişandin li ser Hevpeymana Civakî ya nû û diyarkirin ku hevpeyman ji bo pêşeroja sûriyeke demokratîk gaveke girîng û pîroz e
civîn bi gelek biryaran bi dawî bû ji wan biryaran; aktîfkirina sendoqa hevkariyê ya karkeran, qedexekirina bikaranîna jinên karker di saktorên taybet de û diyarkirina saetên xebatê.
