Desteyên Jinan ên Kantonên Cizîr û Reqayê bi boneya Roja Zaroka a Cîhanî şahiyên cûda li Hesekê û Reqayê li dar xistin.
Beşdarên Şahiyan diyar kirin ku ji perwerde û fêrkirinê bigire divê tevahî mafên zarokan werin parastin û pêdiviyên wan werin bicihanîn.
Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî şahiyek bi dirûşma “Bi hev re em zarokên xwe û zarokên cîhanê biparêzin” li hola Serdem a li bajarê Hesekê li dar xist.
Hejmarek zarok, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Kongra Star, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Kantona Cizîr ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku ji perwerde û fêrkirinê bigire divê tevahî mafên zarokan werin parastin û pêdiviyên wan werin bicihanîn.
Şahî bi pêşkêşkirina zarokan ji berhemên xwe re her wiha pêşkêşkirina stranan ji aliyê koman ve bi dawî bû.
Li kantona Reqayê jî Desteya Jinan a Kantonê ji bo pîrozkirina roja zaroka a cîhanî şahiyek li darxist.
Bi dehan zarok û malbatên wan, saziyên sivîl û partiyên siyasî li navenda Çand û Hunerê tevîl şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin û hate gotin ku Tevî hemû êriş, şert û mercan jî ew ê karî zarokên xwe biparêzin û ji bo wan pêşerojek azad û ewle peyda bikin.
Şahî bi pêşandan zarokan ji berhemên xwe re bi dawî bû.
