Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a PYD ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl, derbarê tecrîda girankirî ya li dijî rêber abdullah ocalan de nirxandin kir û got ku, hêzên hegemonîk ji belavbûna fikr û ramanên Rêbertî ditirsin, lewma ewqasî tecrîdê giran dkikin.
Feyrûz Xelîl da zanîn ku, fikrê Rêbertî rêya çareseriyê nîşan dide.
Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li girava Îmraliyê bi komployeke tijî îxanet, girtî ye û ji 25’ê Adara 2021’ê ve jî tu agahî jê nayên wergirtin.
Bertekên li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan xurtir û bi hêztir dibin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya kantona Reqayê Feyrûz Xelîl, têkildarî tecrîdê û neheqiya ku li dijî Rêbertî tê meşandin nirxandin kir û da zanîn ku, hêzên hegemonîk ji belavbûna fikr û ramanên rêbertî ditirsin, lewma ewqasî tecrîdê giran dikin.
Feyrûz Xelîl di beşekî din ên nirxandinên xwe de got, fikrê Rêber Abdullah Ocalan fikrekî demokratîk û rêya çareseriyê nîşan dide.
Dewleta tirk a faşîst bi hincetên hebûna cezayên disiplînê ku herî dawî di 25’ê Gulanê de ceza ji bo 6 mehan hat nûkirin, hevdîtinên parêzer û malbatê bi Rêber Apo re qedexe dike.
