LI HESEKÊ PANELEK LI SER ROLA RAGIHANDINÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sernavê “Rola Ragihandinê di Têkoşîna li dijî Gotara Nefretê û Pêşxistina Gotara Pîşeyî ya Berpirsiyar de” Komeleya Nûjîn ji bo Pêşxistina Civakê, panelek diyalogê li bajarê Hesekê li dar xist.

Di panelê de sê mijarên sereke hatin pêşkêş kirin, ew jî: “Rola Ragihandinê di têkoşîna li dijî gotinên nefretê, Exlaqa pîşeyî û rêftarên rojnamegeriyê, Girîngiya nûçeyên hestiyar ên li hember pevçûnan û bandora wê li ser aştiya civakî”

Di panelê de beşdaran nerînên xwe parve kirin û li ser pirsgirêkên ku pisporên ragihandinê pê re rû bi rû dimînin rawestiyan.

Panel bi wergirtina komek ji nêrîn û pêşniyaran bi dawî bû.

Share This Article