CIWANEK KEVNEŞOPIYA KELANDINA DANÛKAN BIKAR TÎNE DA KU DILÊ ZAROKAN ŞA BIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Kelandina danûkan di nav dayikên Kurd de adetek navdar e; ew kevneşopiyeke gelerî ye ku di havînê de pêk tê ji bo dabînkirina debara zivistanê ya savar û sindikê.

Lê xortê bi nav Ciwan Hemo, ev kevneşopî veguherand derfetekê ku bi rêya wê kêfxweşiyê bixe dilê zarokan.

Çîrok çi ye em ê bi rêya vê raporê binasin.

Ji bo kêfxweşkirina zarokan û vejandina çanda kurdî, Ciwan Hemo yê ji bajarê Qamişloyê, rojane li kolanên bajêr insiyatîvên balkêş û dilxweşker pêşkêş dike.

Vê carê jî, Ciwanê 18 salî bi hevkariya du hevalên xwe û bavê xwe, bi çêkirina danûkan kêf xistin dilê zarokan.

Ciwan Hemo dibêje ku ez her dem bi insiyatîvan radibim, vê carê jî min xwest çanda kelandina danûkan weke her salê zindî bikim.

Zarokên Qamişloyê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin bi çêkirina danûkan ew pir kêfxweş in.

Çanda kelandina danûkan yek ji çandên herî kevnar e li cem gelê kurd îro careke din bi saya ciwanan ev çand tê zindî kirin û nû kirin .

Share This Article