SALEK DI SER ŞEHADETA 29 ENDAMÊN HÊZÊN DIJ MADEYÊN HIŞBIRÊ RE DERBAS DIBE

Rojava Tv
2 Min Read

Beriya niha bi salekê dewleta Tirk akademiya Şehîd Nesrîn ya Hêzên Dij Madeyên Hişbirê hedef girt û di encamê de 29 endamên Asayîşê şehîd bûn.

Rêveberê Hêzên Dij Madeyên Hişbirê Hesen Kano got, ew ê bi mezinkirina têkoşîna xwe ya tunekirina hişbirê tola şehîdan hilînin.

Her wiha Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî tekez kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina aramiya herêmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef digre.

Balafirên şer ên dewleta Tirk êvara 8’ê Cotmeha 2023’yan Akademiya Şehîd Nesrîn a Hêzên Dij Madeyên Hişbirê ya li gundê Hemze Beg yê girêdayî Dêrikê hedef girtin.

Di encamê de 29 endamên Hêzên Dij Madeyên Hişbirê ku perwerdeya pisporkirina karê xwe didîtin, şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn.

Têkildarî salvegera yekemîn a êrîşê Rêveberê Hêzên Dij Madeyên Hişbirê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Kano ji Rojava TV re got, ew ê bi mezinkirina têkoşîna xwe ya tunekirina hişbirê tola şehîdan hilînin.

Her wiha Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî tekez kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina aramiya herêmê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn hedef digre.

Dewleta Tirk bi rêya belavkirina madeyên hişbirê di nava ciwanan de hewl dide destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibe, lê hêzên ewlekariyê bi baldarî tevdigerin û hewldanên wan pûç û bêbandor dikin.

Share This Article