ŞAREDARIYA AMÛDÊ DAXWAZA ZAROKAN BI CIH ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Temaşevanên me Tê bîra we beriya demekê me nûçeyek ji Amûdê belav kir ku di dema barîna baranê zarok nikarîbûn ji ber riyên xirabûyî biçûbana dibistanên xwe û bang li şaredariyê dikirin ku riya dibistana wan ji wan re sererast bike.

piştî wê bangê şaredariya gel a bajarê Amûdê ew rê sererast kir û niha zarok bi rehetî diçin dibistanên xwe û tên, bêyî ku astengiyan bikşînin.

dîmenekî pir ciwan ji bajarê Amûdê ji me re hatiye ew zarokên ku bang li îaredariyê dikirin bi riya vîdyoyekê spasiya şaredariyê dikin.

 

Share This Article