TAQÎGEHA NAVENDÎ YA BAJARÊ KOBANÊ ROJANE PÊŞWAZIYÊ LI 70 NEXWEŞÎ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Taqîgeha navendî ya bajarê Kobanê ku ev heyama mehekê ye hatiye avakirin, rojane pêşwaziyê li derdorî 70 nexweşî dike û ji wan re test û pişkinînên cur be cur çêdike.

Taqîgeha Kobanê ku girêdayî desteya tenduristiyê ya kantona Firatê ye, pişkinînan bi nirxekî sembolîk çêdike.

6 kadroyên pispor rojane ji demjimêr 8 sibehê heta 4’ê êvarê di taqîgehê de dixebitin.

Xebatkarên Taqîgeha navendî ya bajarê Kobanê diyar dikin, vekirina taqîgehê barê nexweş û bijîşkan siviktir kiriye.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê di çileya 2015’an de Rêveberiya Xweser dest bi geşkirina bajêr kir û yek ji wan qadan jî sektora tenduritiyê bû.

Share This Article