ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ BANG LI CPT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bertekên xelkên herêmê li hemberî dirêjkirina dewleta Tirk a dagirker tecrîda giran li dijî rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.
Doh dadgeha dewleta Tirk cezayê qedexeya hevdîtina malbat û parêxzeran bi rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din dirêj kir.

Derbarê mijarê de encumana malbatên şehîdan a herêma Cizîrê daxuyaniyek li goristana Ş.Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi riya dirêjkirina tecrîdê dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne û rêber Apo ji Kurdan Qut bike.

Di daxuayniyê de bang li rêxistinên mafê Mirovan û CPT hate kirin ku bi erka xwe rabin û di zûtirîn dem de tecrîdê ji ser rêber Abdullah Ocalan rakin.

Share This Article