Meclisa Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê îro bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya yekem a parîsê bi bîr anî.
Daxuyanî li pêş deriyê navenda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd Xerbî hat xwandin û tê de Meclîsa Jin, Meclîsa Malbeta Şehîdan û hemî jinên komîngeh, partî û saziyên taxê beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de şehîd û pêşengên tevgera azadiya jinên kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez hatin bi bîr anîn. her wiha hat gotin ku, 12 sal di ser komkujiyê de derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin.
Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku berxwedana her sê hevalên jin rê li ber têkoşînek mezin ya jinan vekir û bûn ronahiyek ji pêşerojê re.
