DAYIKÊN AŞTIYÊ DORPÊÇA LI SER ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Dayikên Aştiyê yên Helebê derbarê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek dan.

Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de gotin ku, dorpêç zehmetiyên şêniyan girantir dike bi taybetî di zivistan û sermayê de nexasim ku derman û madeyên sereke yên jiyanê ji bo taxan nayên derbaskirin.

Dayikan bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirin ku peymanên îmzekirî yên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê paşguh neke û dorpêçê bi dawî bikin.

Dayikên Aştiyê di dawiya daxuyaniyê diyar kirin ku dê xwîna şehîdan vala neçe û her dilopek ji xwîna wan dê sembola azadî û berxwedanê bimînin, û berxwedana Şêxmeqsûdê dê di bîranîan nifştan de be.

Share This Article