LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JIN BI GEFAN RE RÛ BI RÛ NE

Rojava Tv
2 Min Read

Bi salan e jin li herêmên dagirkirî yên ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, di bin her cure kiryarên xirab de ne.
Jinên herêma Firatê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku li herêmên dagirkirî zirara herî mezin li jin û zarokan dibe.

Bi salan e jin li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, di bin her cure kiryarên xirab de ne.

Hebûna komên çete li van herêman, dibe sedem ku tu rêgez û pîvanên exlaqî nemînin û jin roj bi roj bi metirsiyên mezin re rû bi rû bimînin.

Derbarê kiriyarên ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî têne kirin jinên herêma Firatê diyar kirin ku dewletên navnetweyî hemû kiriyarên çeteyan li herêmên dagirkirî dibînin lê xwe li hember wan bê deng dikin.

Her wiha jinan gotin: “Li herêmên dagirkirî zirara herî mezin li jin û zarokan dibe”.

Beriya demekê li Efrînê ji aliyê komên çete yên Feyleq El-Şam ve, biryara pirzewaciyê hat girtin.

Dengê serçeteyekî belav bibû, bangewazî li hemû çeyetan dikir ku çeteyên zewicî bin, bila careke din bizewicin û ev bi hinceta ku rêjeya jinên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane li wan herêman zêde bûye.

Her wiha daxwaz ji jinan dikir ku ew jî hevjînên xwe bidin zewicandin.

Di heman demê de gef li jinên ku vê biryarê red dikin xwar.

Share This Article