LI HERÊMÊ HIN ALÎ HENE HEWIL DIDIN METIRYALÊ SÎSTEMA XWENDINÊ A RÊVEBERIYA XWESER REŞ BIKIN 

Rojava Tv
2 Min Read

Ev demeke hin alî hewil didin metiryalê sîstema xwendinê a rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyê reş bikin .û ji bo pêkanîna armnacên xwe her cure rêbazan bkar tîne .

Derbarê mijarê welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re diyar kirin ku ew wekî gelê herêmê bi sîstema xwendinê a Rêveberiya Xwerser serbilindin. Girêdayî mijarê jÎ Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê a Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî teqez kir ku hebûna Rêveberiya Xweser li herêmê diyarbûye.

Di dema dawî de gelek alî hewil didin metiryalê sîstema xwendinê a Rêveberiya Xwerser li herêmê reşbikin û bi behanya metiryalê xwendinê yê Rêvebeiya Xweser ne naskiriyî ye daxwaza vegera sîstema xwendinê a desthilata Hikumeta Şamê kirin.

Ji berê û piştî aloziya Sûriyê û heta niha jî netew,ziman û çanda Kurdan di nava sîstema xwendinê a Hikumeta Şamê de cih nagire û bi ti awayî napejirîne .

Derbarê mijarê welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re axivîn û gotin: ”Em gelê herêmê bi sîstema xwendinê a Rêveberiya Xwerser serbilindin”

Girêdayî heman mijarê Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê a Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hec Elî jî diyar kir ku gelek alî li herêmê hene hertim li ser çawa Rêveberiya Xweser reşbikin dixebitin û got bila ev alî baş bizanibin hebûna Rêveberiya Xweser li herêmê diyarbûye.

Li gorî Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê a Rêveberiya Xwerser Semîra Hec Elî di danûstendinê bi Hikumeta Şamê re li ser mijara sîstema xwedinê Hikumeta Şamê tenê 2 wanyên bi zimanê Kurdî di heftiyê de bêdayin qebûl kiriye li wan ev yek qebûl nekir.

Tevî hemû derfetên kêm jî Rêveberiya Xweser gelek gavên serkeftî di warê perwerdê de avêtiye û metiryalê wê li ser bingeha avakirina civakeke exlaqî,siyasî û demokratîk e.

Share This Article