Bi nêzîkbûna 20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanî, Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê dest bi rêzeçalakiyan kir.
Rêzeçalakî bi dirûşmeya “Bi hev re zarokatiyê biparêzin” hat dest pê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê zarok rastî eleqeyeke mezin û hawîrdoreke ewle ku mafên wan dûrî tundî û zulmê dabîn dike, bê peydakirin.
Koordînasyonê bang li sazî û rêxistinên cîhanî û xwecihî kir ku li hember sûcên li dijî zarokan derkevin.
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya bernameya çalakiyan de dê şahî werin lidarxistin û serdana navendên zarokan werin kirin.
