BI SEDAN XELKÊN DÊRIKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD SOZDAR EFRÎN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê dêrikê bi merasîmeke girseyî cenazeya şehîd Sozdar Efrîn li goristana şehîd xebat dêrik oxir kirin.
Beşdarên merasîmê soza şopandina xeta şehîd sozdar dan û gotin wê êrîşên Tirkiyê ti caran vîna wan neşkîne..Dagirkeriya tirk bi her awayî êrîşî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dike û ji bo ku dengê jinan li herêmê qut bike, jinên ku pêşengtiya civakê dikin hedef digire.

roja 10’ê çileyê dewleta tirk erebeya rêvebera kongira star Sozdar Efrîn li gundê xana serê yê bajarê dêrikê kir hedef di encamê de Sozdar Efrîn şehîd bû.

Îro bi sedan xelkên bajarê dêrikê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Sozdar Efrîn li goristana şehîd xebat dêrik oxir kirin.

Beşdarên merasîmê soza şopandina xeta ku şehîd sozdar ji wan re xêz kiriye dan.

Beşdarên merasîmê anîn ziman ku, êrîşên li dijî jin û zarokan binketina dagirkeriya tirk nîşan dide.

Share This Article