li Helebê, di bin dirûşmeya “Misogeriya mayîndeya şoreşê girêdayî serkeftina xwendekarên civaka demokratîk e” çalakiya xelatkirina xwendekarên serkeftî yên refa 12’an hat lidarxistin.
Ev çalakî ji aliyê Tev-Dem ve, li eywana Roz a girêdayî taxa Şiqeyêf hate lidarxistin.
Di şahiyê de çend axaftin hatin kirin û serkeftina xwenderkaran hate pîrozkirin.
Di çalakiyê de koma stranan û mûzîkê hunerên xwe pêşkêş kirin û senevizyonek jî hat pêşandan.
Di dawiyê de xwendekar hatin xelat kirin û dîlan hate gerandin.
