ENCAMNAMEYA PÊŞBIRKA HELBESTÊN KURDÎ YA CIWANAN DIYAR BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê encamnameya pêşbirka helbesta Kurdî ya Ciwanan a sala 2025’an ragihand.

Di civîna çapemeniyê de hate gotin, di yekê Çileya 2025`an de bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Îngilistanê, wan wek HRRK cara 5`emîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a Sala 2025’an ragihand.

Her wiha hate gotin ku îsal li şûna 3 xelatgiran, 5 helbestvan hatine xelatkirin.

Li gorî encamnameyê helbestvan Fatma Eto bi Helbesta xwe ya bi navê “Bihêle di vê şevê de hebhinarkê” asta yekem bi dest xistiye.

Her wiha helbestvanên bi navên Dilyar Hebîb asta duyem, Sebrî Elî asta sêyem, Aras Mihemed Xêr asta çarem û Ayfer Yildizistan jî asta 5’an bi dest xistine.

Xelatên pêşbirkê jî di navbera 100-500 dolarî de ne.

Share This Article