Jinên Ciwan a Bajarê Helebê bi çalakiyekê şehîdên komkujiya Parîsê her wiha şehîd Ronahî Yekta ku li bendava tişrînê şehîd bû, bi bîr anî.
Çalakî bi beşdarbûna bi dehan ciwan û jinên ciwan ên bajarê helebê li hola Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê hat li dar xistin.
Di çalakiya bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Meclîsa yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Nediye Yûsêf axivî.
Nediye Yûsêf behsa lehingiya şehîdan û berxwedana şervanên QSD di çeperên şer de kir.
Her wiha di çalakiyê de tekezî li ser şopandina armanc û xeyalên şehîdan hat dayîn.
pişrte Sînefizyonek li ser jiyana Şehîd Ronahî Yekta hat pêşandan.
