NERAZÎBÛNÊN TUND LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ LI PÊŞ IN

Rojava Tv
2 Min Read

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên li dijî herêmê zêde dibin
Endama Encumena Giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsif, her wiha Diya Şiyar derbarê mijarê de gotin ku Tirkiyê xwe li ser qirkirina gelan ava kiriye û civaka navdewletî jî bêdeng e.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdan kir, hejmarek ji herêmên Sûriyê dagir kir û dest bi guhertina demografiyê kir, niha serî li şerê taybet, zêdekirina êrîşan û hedefgirtina fermandar û şervanên QSD’ê, pêşengên şoreşê û Rêveberiya Xweser kiriye.
Derbarê vê yekê de nerazîbûn û bertekên tund li pêş in.
Endama Encumena Giştî ya PYD’ê Perwîn Yusif diyar kir ku ji ber Civaka Navnetewî di çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn de bê çare ye dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirine û dixwaze projeya Netewa Demokratîk têk bibe.

Endama Encumena Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Diya Şiyar jî got, tevî wan bi hezaran şehîd dane jî lê ew ji xeta parastina xaka xwe û soza bi şehîdan re venagerin

3’ê Tebaxê û di salvegera 9’emîn a fermana şengalê de dewleta Tirk erebeyek nêzî gundê Hermê Şêxo yê Qamişlo kir hedef, di encamê de 4 fermandar û şervanên QSD’ê şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker 8’ê Tebaxê jî gundê El Şirkê yê Rojhilatê Navçeya Eyn Îsa topbaran kir û komkujî pêk anî. Di komkujiyê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Share This Article