Jinên kantona Cizîrê li ser binpêkirinên rêjîma Îranê yên di derheqê jinan de ji Rojava TV re axivîn.
jinan diyar kirin, sîstema ku rêjîma Îranê dimeşîne sîstemeke hişk e û li dijî demokrasiyê ye.
Tevî ku biryarên darvekirinê ji pîvanên hiqûqî û mafên mirova re binpêkirin in, lê ta roja me ya îro rêjîma Îranê biryarên darvekirinê di derheqê çalakvan û siyasetmedarên kurd de digire.
Di vê çarçoveyê de jinên kantona cizîrê li ser binpêkirinên rêjîma Îranê ji Rojava TV re axivîn.
Parêzer û Endama Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Ceylan Hemê diyar kir sîstema ku rêjîma îranê dimeşîne sîstemeke hişk û li dijî demokrasiyê ye.
Her wiha Rêvebera Kongra Star a Bajarê Qamişlo Newroz Xelîl jî anî ziman ku piştî serhildana ji bo Jîna Emînî êdî rêjîma îranê jinan hedef digre.
Her ku cezayên darvekirinê li dijî çalakvan û siyasetmedarên Kurd berdewam dikin, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangên ji bo hesabpirsîna rejîma olî ya Îranê zêdetir dibin.
