LI HELEBÊ MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A RÊBER APO TÊ XWENDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star ya bajarê Helebê ji bo şîrovekirina manîfestoya aştî û civaka demokratîk a Rêber APO, xulên perwerdeyê li dar dixe.

Her hefteyê grûpek ji sazî û komînan tevlî perwerdeyê dibin û li ser pirsên giringiya manîfestoyê û têkoşîna ji bo serdema nû nîqaş tên kirin.

Beşdarên perwerdeyê diyar dikin, perwerdeya wan bi awayekî baş derbas dibe û gelekî sûdê jê werdigrin.

Rêber APO di manîfestoyê de behsa destpêkirina avabûna mirovahiyê, xwezayê, pirsgirêka gelê Kurd, sedemên avakirin û fesixkirina PKK’ê û prespektîvên ji bo pêvajoya nû dike.

Share This Article