Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan panêleke diyalogê li Helebê li dar xist.
Panel bi dirûşma “Bi banga aştî û têkoşîna ciwanan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” li parka 4’ê Nîsanê a bajarê Helebê hat lidarxistin.
Endamên rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di panelê de amade bûn.
Di panelê de bi zimanê erebî peyama Rêber Abdullah Ocalan ji hêla Ciwanên PYD’ê ve hat xwendin.
Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin û Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.
Ji xalên encamnameyê jî, lidarxistina dewreyên hişyarkirinê li gorî firk û felsefeya Rêber APO.
