HEYVA SOR A KURD 3’EMÎN KONFERANSA XWE LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Heyva Sor a Kurd 3`yemîn konfransa xwe bi amadebûna 200 delegeyî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di konferasnê de hate gotin ku Kadroyên Heyva Sor a Kurd li kêlek şervanan fedakariyeke mezin pêşkêş dikin.

Di bin dirûşma “Bi Hêvî û Hevkarî ji bo Avakirina Pêşerojeke bi ronî” Heyva Sor a Kurd 3`yemîn konfransa xwe li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Konferansa heyva Sor a Kurd bi amadebûna 200 delegeyî ji 44 navendên wan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nûnerên Kongra Star, Rêveberiya Xweser û TEV-DEM li dar ket.

Destpêkê senvîzyonek derbarê danasîn û xebatên du salan ên Heyva Sor a Kurd hat pêşandan.

Hevserokê Heyva Sor A Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku Kadroyên Heyva Sor a Kurd li kêlek şervanan fedakariyên mezin dikin.

Rêvebera Beşa Jin A Heyva Sor A Kurd Şêrîn Xelîl anî ziman ku konferasna wan bi awayekî serkeftî derbas bû û encamên girîng hatin bidest xistin.

Piştî axaftinan rêziknameya Heyva Sor a Kurd hat xwendin û hin guhertin hatin çêkirin.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin ku Dilgeş Îsa û Xedîce Mûsa bûn hevserokên nû yên Heyva Sor a Kurd.

Share This Article