Li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên ku girêdayî Rêveberiya Xweser in, ezmûnên asta navîn û amadeyî dest pê kirin.
Komîteya Perwerdeyê ya Helebê dest bi pêvajoya çêkirina ezmûnên dawîn ên sala xwendinê ji bo dibistanên navîn û amadeyî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.
13 dibistan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene, 10 ji wan bi awayekî hevbeş ji aliyê hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin û 3 dibistan jî bi tevahî girêdayî Rêveberiya Xweser in.
Her wiha peymangeheke perwerdekirina mamosteyan bi navê şehîd Zozan Yûsif û çend baxçeyên zarokan hene.
Rêveberên Dibistana Şehîd Cûdî Amanos diyar kirin, gelek xwendekarên ku ji Şehbayê koçber bûne, ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Helebê ve hatin pêşwazîkirin û ji bo bidawîkirina xwendina xwe vegeriyan dibistanan.
