20’ê Cotmehê 6 sal di ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ ku Reqa weke paytexta xîlafeta xwe binavdikirin re derbas dibin.
Têkildarî wê siyasetmedarên bajêr ji Rojava TV re diyar kirin ku, tevî hemû êrîş û astengiyan jî lê bajarên wan ên herî bi ewlen e.
20’ê Cotmeha 2017’an , Hêzên Sûriya Demokratîk QSD piştî şerên dijwar ku 166 rojan dewam kir, mizgîniya rizgarkirina Reqayê ragihand ku ev mizgînî ji bo gelê Reqayê bû jidayîkbûnek nû.
QSD bi rizgarkirina Reqayê re tarîtiya ku DAIŞ avakiribû ji nav bir û bajarê ku jiyan lê tune bibû careke din zindî kir.
Bi nêzhatina salvegera 6’an a rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ, siyasetmedarên Reqayê ji Rojava TV re diyar kirin ku, tevî êrîş û astengiyan lê bajarên wan her bi ewlen e
Her wiha Endamê Encumena Gişt a PYD Mihemed Nasir anî ziman ku, îro ew bi saya Şehîdan serkeftinan jiyan dikin.
Piştî rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ, Rêveberiya Xwser dest bi jinû ve avakirina bajêr kir. Rêveberiya Xwser sziyên rêxisitinî, perwerde, tendrustî û xizmetê li bajar ava kir û bajarek wêrankirî vegerand bajarek herî bi ewle.
