Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê karnameyên xwendekaran li bajarê Dêrikê jî belav kir.
Karname bi amadebûna rêveberiya dibistanan û malbatên xwendekaran hatin belavkirin.
Di destpêkê de xwendekaran sirûda neteweyî ya Ey Reqîb xwendin.
Piştre karname li xwendekaran hatin belavkirin û şahiyek hate lidarxistin.
Xwendekaran bi coşeke mezin karnameyên xwe wergirtin.
