LI MINBICÊ JI BO NÎQAŞKIRINA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ SEMÎNEREK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistinên Civaka Demokratîk bi hevkariya Yekîtiya Parêzerên Minbicê, ji bo nîqaşkirina komploya 15’ê sibatê semînerek li dar xist.

Semîner bi beşdariya bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar û parêzerên kantona Minbicê hate lidarxistin.

Di semînerê de armancên komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê û bêdengiya hêzên navdewletî ya li hember wê hatin vegotin.

Her wiha komploya navneteweyî û girankirina tecrîdê di aliyê hiqûqî de jî hatin nirxandin.

Di semînerê de hate gotin ku aloziyên li herêmê rû didin û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO, berdewamiya komploya 15’ê sibatê ne.

Paşê beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin.

Share This Article