DESTEYA TENDURISTIYÊ YA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar xist.

Civîn bi amadebûna nûnerên qada tenduristiyê ya kantona Firatê li avahiya Encumena Cîbicîkar li dar ket.

Di civînê de destpêkê geşedanên siyasî hatin nirxandin. Piştre raporên xebatên yên salane hatin pêşkêşkirin.

Desteya tenduristiyê di civînê de behsa xebatên xwe yên salê kir û ji bo sala dahatî jî nexşerêya xwe destnîşan kir.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ezîza Îbrahîm ji Rojava TV re ragihand ku, dewleta Tirk çend caran tîmên wan hedef girtine û xebatên wan asteng dike.

Share This Article