LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ KIRYARÊN DIZÎ Û TALANÊ BERDEWAM DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê “Zeyneb Silêman” ji Rojava TV re axivî û diyar kir ku ta niha aramî û ewlehî li Efrînê peyda nabe.

Ev 8 sal in heman dîmen li Efrîna dagirkirî berdewam dike. bajar bi awayekî rojane li ser destê çeteyên Tirk bi binpêkirinan re rû bi rû dimîne û jiyana welatiyên resen tê astengkirin.

Bi hatina dema çinîna zeytûnan re, binpêkirin digihîjin lûtkeya xwe. Ji ber ku torên ku ji bo dagirkeriya Tirk re dixebitin, bi rêya sepandina bacan, xêr û bêra gel talan dikin û qezencên wan pê re parve dikin.

Di vê derbarê de, endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê “Zeyneb Silêman” ji Rojava TV re axivî û li ser binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk rawestiya.

Zeyneb Silêman diyar kir ku ta niha aramî û ewlehî li wir peyda nabe.

Zeyneb destnîşan kir ku tevî ku endamên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Vegûhêz ketine Efrînê, lê hîna îstîxbarata dewleta Tirk bajar kontrol dike.

Di demên dawî de, îstîxbarata Tirk hişyarî da hin malbatên ku malên wan li nêzî deriyê sînorî yê gundê Hemamê a bajarokê Cindirêsê, û ji wan xwestin ku wan malan vala bikin da ku deriyê sînorî berfireh bikin.

Ev ferman rastî nerazîbûneke mezin hat, ji ber ku ew desteserkirineke neqanûnî ye û bi darê zorê pêk tê.

Share This Article