Xelkên bajarê Qamişlo û kantona Minbicê êrîşên hêzên hikûmeta şamê û çeteyên dîfaa el wetenî yên li dijî dêra zorê bi meşên girseyî şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê rê nedin dijmin ku planên xwe pêk bîne.
xelkên bajarê qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li dijî xelkên Dêra zorê pêk anîne meşeke girseyî lidarxistin.
Di meşê de, bi sedan xelkên Qamişlo, şêx û rûsipî, endamên PYD, kongra star û meclisa malbatên şehêdan beşdar bûn.
Meş ji dermanxaneya Daham a taxa Kornîş dest pê kir û bi siloganên “QSD nûnertiya me dike” ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa siyahî ve bi rê ket.
Di meşê de axaftin li ser navê şêx û rûspiyên qebîleya Tay hat kirin û tê de berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşan silav kirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re tekez kirin.
Li aliyekî din Rêvebriya Xweser a kantona minbicê li hember êrîş û pilanên hikûmeta şamê û tirkiyê her wiha çeteyên dîfa el wetenî meşeke şermezarkirkinê organîze kir.
Meş bi dirûşma “Na ji dagirkeriya Tirk re – Na ji destwerdana derve re di karûbarên me yên navxweyî de – em êrîşên rêjîma Sûriyê û çekdarên wê li ser gelê Dêrezorê têk bibin, li dar ket.
Di meşê de, bi sedan xelkên minbicê, sazî, meclisa rûsipiyan û endamên rêveberiya xweser beşdar bûn.
Her di meşê de axaftin li ser navê,meclisa leşkerî ya minbicê, kombûna jinan a zenûbiya û desteya hundirîn hetin kirin û êrîşên ku ewlehiya herêmê hedef digire hatin şermezarkirin.
li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bertekên li hember êrîşên hikûmeta şamê û çeteyên dîfa el wetenî yên li ser dêra zorê zêde dibin.
Xel dibêjin ew bi saya QSD di aramiyê de dijîn.
