Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan bi sernavê “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê li dijî qirkirinê” komxebatek li Hesekê li dar xist.
65 jin ji Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Tora Fermandarên Aştiyê, Rêxistina Şawiska û Meclisa Jinan a MSD’ê, partiyên siyasî û saziyên civakî dikin tev li komxebatê bûne.
Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, peyama bideng a jinên Siwêdayê hate guhdarkirin.
Paşê Komxebat li ser 2 beşan bi rê ve çû. Ya yekem “Rewşa li Sûriyê û binpêkirinên li dijî jinan” ya duyem “Binpêkirinên li dijî jinên Siwêdayê” bûn.
Di herdu beşan de tundiya li dijî jinan û binpêkirinên têne kirin her wiha rêbaza xweparastina jinan hatin nîqaşkirin.
Komxebat bi encamname û bangewaziyek ji bo avakirina toreke hevgirtinê bi dawî bû.
LI HESEKÊ KOMXEBATA PIŞTGIRIYA JINÊN SIWÊDAYÊ HAT LIDARXISTIN
