TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN A REQAYÊ DEWREYEK PERWERDEYA MÛZÎKJENIYÊ VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê bi armanca pêşxistina jinan, dewreyeke perwerdeyê li ser amûrên mûzîkê yên curbicur vekir.

Di perwerdeyê dê xwendekar li ser amûrên muzîkê, solfêjê û dengbêjiyê dersên teorîk û pratîkî bibînin.

Tê plankirin ku perwerde du mehan de berdewam bike.

Paşê dê xwendekar di ezmûnek pratîkî û teorîk re derbas bibin, her wiha li gorî pisporiya her xwendekarekî û di çarçoveyeke akademîk de dê komên mûzîkê werin avakirin.

Perwerde di çarçoveya rêzexebatên Tevgera Hîlala Zêrîn de ya ji bo pêşxistina jêhatîbûna jinên ciwan de tê.

Share This Article