LI BAŞÛRÊ REQAYÊ GELEK ŞITILGEHÊN DAR Û KULÎLKAN HATINE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Gundewarên Başûrê Reqayê, bi xwezaya xwe ya balkêş navdar in û gundê El- Kesrat bi çandina daran, zevî û dewrûberên xwe yên Kesk tê naskirin.

Li gundê El- Kesrat yê başûrê bajarê Reqayê, hejmarek ji welatiyan ji bo xurtkirina aboriya herêmê û zêdekirina rûberên kesk, çend şitilgehên dar û kulîlkan vekirine.

Di wan şitilgehan de bi dehan cureyên daran hene û li gorî xwediyê projeyê, ew berhemên xwe bi nirxekî kêm difroşin û darên xwe heta Dêra Zor, Hesekê û Qamişloyê dişînin bazaran.

Di projeyeke tenê de, 15 kes dixebitin û xizmeteke baş pêşkêşî wan kulîlk û daran dikin.

Xwediyê projeyekê ji Rojava TV re behsa karûxebatên xwe dike.

EBDULREZAQ EL- BERADÎ – XWEDIYÊ ŞITILGEHÊ

EBDULREZAQ EL- BERADÎ: DI DEMA PÊŞ DE EM Ê PROJEYÊN XWE BERFIREHTIR BIKIN

Share This Article