Sazî, dezgeh û rêxistinên li bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda komkujiya doh li Kobanê pêk hat, şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de komkujî weke sûcekî dijî exlaqê mirovahiyê hat binavkirin û banga darizandina sûcdaran hat kirin.
bi armanca şermezarkirina komkujiya hovane ku dewleta Tirk a dagirker şevê li gundê Berxbotan ê Kobanê pêk anî, sazî û rêxistinên li bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên cûda dan.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker şeva borî li kobanê pêk anî daxuyaniyek da.
Rêveberiyê komkujî şermezar kir û got, Li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane sûcên şer pêk tên, lê tevî peymana di navbera Mazlum Ebdî û Ehmed El Şera de jî deng ji desthilata Sûriyê dernaveke.
Rêveberiya Xweser a Firatê got, ji ber komkujiyê bernameya Newroza 2025’an a bajaran disekinînin. Em ê tenê li 2 cihan pîrozbahiyan çêbikin.
Nobedarên li bendava Tişrînê jî li hember êrîşa hovane ya ya dewleta tirk a dagirker ku di encamê de malbatek şehîd bû daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin û hate gotin ku ew ê heta dawiyê berxwedana xwe ya li hember dagirkeriyê bidomînin.
Nobetdaran bang kirin ku qatil û sûcdarên komkujiyê bên darizandin.
Ofîsa Parastina Zarokan ya kantona Kobanê jî bi daxuyaniyekê, komkujî şermezar kir û sersaxî ji malbatê re xwest
Ofîsê komkujiya li dijî zarokan weke sûceke ne exlaqî û dijî wijdanê mirovatiyê bi nav kir.
Hat diyar kirin ku, dewleta tirk a dagirker destdirêjiyan li ser xaka sûriyê dike û desthilata nû ya şamê jî bê deng e.
Daxuyanî bi diruşmeyên ” Şehîd namirin ” bi dawî bû.
