Şaredariya Gel a bajarê El-Kesrat a girêdayî Kantona Reqayê amadekariyên hatina werza zivistanê dike.
Bi hatina werza zivistanê re ji bo hêsankirina jiyana rojane a welatiyan Şaredariya Gel a Reqayê rê û kanalîzasiyona taxan paqij dike.
Her wiha Şaredariyê ji bo lidarxistina pirojeyên çaksazkirin û zifitkirina rêyan jî amadekariyan dike.
Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê El-Kesrat Taha El-Hatim ji Rojava Tv re diyar kir ku wan amadekarî ji bo barana zivistanê û lehiyan jî kirine.
