EDNAN EL-WECRÎ : AJOTINA BILEZ YEK JI SEDEMÊN ÇÊBÛNA QEZAYAN E

Rojava Tv
1 Min Read

di van demên dawî de çêbûna qezayên Tirafîkê li ser riyên giştî û di nava bajaran de pir bûne, pirs jî pir dibin çima ev qas qezayên tirafîkê rû didin û çima çareyek jê re nayê dîtin.

derbarê mijarê de Rêveberê ofîsa Lêpirsîn û Kontrolkirinê ya rêveberiya Tirafîka Cizîrê Ednan Taha El Wecrî ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku sedema sereke ya çêbûna qezayan li ser riyên giştî nepabendîbûna ajokar bi kêmkirina lezbûnê ye.

Ednan Taha El Wecrî amaje bi çêbûna qezayên Tirafîkê di nava bajaran de jî kir û got ku ajotina zarokên di biniya 18 salî re sedema herî sereke ya çêbûna qezayan di nava bajê de ye.

Share This Article