Kompanya pêşxistina civaka çandiniyê ya Reqayê, ji bo zuhakirina garisê cotkaran, dest bi sererastkirina navenda wê dikin.
Di wê navendê de pênc depoxane û alavên zuhakirina garisê cotkaran hatine bicihkirin.
Rêveberekî wê navendê diyar kir ku, di sala derbasbûyî de, ji ber kêmbûna wan alavan cotkar rastî zehmetiyan dihatin, lê îsal û bi avakirina vê navendê dê barê wan siviktir bibe.
Bajarê Reqayê yek ji wan bajaran e ku garis bi awayekî zêde lê tê çandin, lê li gorî çavdêran, ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, îsal mewsimê garis ne weke salên borî ne.
