MSD’Ê BI ŞÊX Û RÛSPIYÊN REQAYÊ RE SIBEROJA SÛRIYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya civîna dawî ya di navbera MSD`ê, QSD û Rêveberiya Xweser de, û di çarçoveya xebatên xurtkirina diyalogê bi civaka xwecihî re, MSD`ê ji bo şêx û rûspiyên li Reqayê civînek li dar xist.

Di civînê de mekanîzmayên beşdarbûna civaka xwecihî di biryara siberoja Sûriyê ya nû hatin gotûbêjkirin.

Beşdarên civînê bal kişandin ser girîngiya beşdarbûna civaka xwecihî di pêvajoya siyasî de.

Her tekez kirin ku divê çarçoveyek were pêkanîn ku nûnerên komên curbicur ên civakî, çandî, siyasî û olî û saziyên civaka sivîl tê de cih bigire, ji bo bihêzkirina rola civakê di biryardanê de.

Her wiha beşdaran xwestin ku civînên berfireh ji bo misogerkirina nûnertiya hemû pêkhateyan di siberoja Sûriyeya werin li dar xistin.

Share This Article