Hevserokê PYD’ê yê Reqayê Menaf El- Mûsa dibêje dîyaloga Sûrî- Sûrî henaseya rizgarkirina gelên Sûriyê ye.
Her wiha çalakvanê sivîl Îbrahîm El- Ikle jî da zanîn ku, divê di Sûriya nû de hemû pêkhate û bawerî cihê xwe bigrin.
Rêveberiya Xweser ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve xeta sêyemîn hilbijart û dîyaloga aştiyane bingeh girt, di qonaxa piştî rûxandina rejîma Esed de jî, her li ser rêbazê dîyalogê bi israr e.
Rêveberî di hemû civat û danûstandinên xwe de foksa xwe dide ser dîyalogê ku piraniya pêkhateyên Sûriyê wê weke çirûska xwe ya rizgarkirinê dibînin.
Hevserokê PYD’ê yê Reqayê Menaf El- Mûsa dibêje dîyaloga Sûrî- Sûrî henaseya rizgarkirina gelên Sûriyê ye. Her wiha çalakvanê sivîl Îbrahîm El- Ikle jî da zanîn ku, divê di Sûriya nû de hemû pêkhate û bawerî cihê xwe bigrin.
Li gorî hikûmeta demkî ya Sûriyê ku bi serkêşiya Ehmed Şeri hatiye avakirin, dê kongreya neteweyî ji bo çareserkirina aloziyê were lidarxistin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer beriya niha ji Rojava TV re ragihandibû ku, ta niha ti vexwendname ji bo wan nehatine, lê tekez kir ku divê hemû alî cihê xwe tê de bigrin.
