Piştî ku Civaka Navdewletî doza darizandina DAIŞ’ê paşguh kir 10’ê hezêranê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê da.
Li ser mijarê xelkên bajarê Reqayê ji bo vê biriyarê gelekî kêfxweş bûn û anîn ziman ku divê ev çete li ser hemû kiryarên derheqê me de kirin werin darizandin.
ji xelkên bajarê Reqayê Sair El Hisên diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara Rêveberiya Xweser.
