LI BAJARÊ QAMIŞLO JI BO ŞEHÎD SÎWAN ÎSA KONÊ SERSAXIYÊ HATE VEDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Qamişlo ji bo şehîd Sîwan Îsa ku 8`ê Tîrmehê dema li ser karê xwe bû, şehîd bûbû, konê sersaxiyê hate vedan .

konê sersaxiyê bi amadebûna bi sedan jin, endamên rêxistin û partiyan û şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vegirtin .

Di bin kon de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Desteya Jinan hatin kirin .

axêveran destnîşan kirin ku Şehîd Sîwan ji bo rizgarkirina jinan û parastina mafên wan, têkoşîneke bê hempa da meşandin .

Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdaran sersaxî dan malbata şehîd Sîwan.

Share This Article