Meclisa jin a kongra islama demokratîk derbarê kiryarên li siwêdayê daxuyaniyek da û banga parastina jin û zarokên durzî yên li siwêdayê kir.
Meclisa jin di daxuyaniya xwe de bikaranîn ol ji bo rewakirina kuştin û talankirinê red kir û tekez kir ku ola îslamî ola aştî û efû yê ye ne ola xwîn û çeka ye.
Meclisê kiryarên li siwêdayê û kuştina sivîl di nav de jin û zarokan bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.
Her wiha meclisê fewziya el şeranî, nisrîn redwan û fatin hisên hîlal jî bibîr anî.
Meclisa jin a kongra islama demokratîk di dawiyê de tekez kir ku kuştin jin, zrok û kalemêran binpêkirina eşkere ya rêgezên olî ye û xîtaba nefretê jî red kir.
MECLISA JIN A KONGRA ISLAMA DEMOKRATÎK: KIRYARÊN LI SIWÊDAYÊ RÊGEZÊN OLÎ BINPÊ DIKE
