LI AMÛDÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO KONSÊRTEK HAT LI DARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk di nava berdewamiya pêngava ”Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” konserek Hunerî li bajarê Amûdî li dar xist.

bi sedan Şêniyên Amûdê, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan ,endamên saziyên civaka sivîl û Yekitiya Rewşenbîrên Amûdê beşdarî konsêrtê bûn.

Di konsêrtê de de gelek peyam hatin dayîn û hate gotin ku divê têkoşîn ji bo misogerkirina azadiya Rêber apo were mezinkirin û destkeftiyên şehîdan werin parastin, konser bi gotina stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Share This Article