KOORDÎNASYONA JIN A MSD’Ê CIVÎNA XWE YA NÎVSALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Koordînasyona Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk , bi amadebûna nûnerên ofîsên jin ên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya nîvsalane li kantona Reqayê li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre rapora xebatên koordînasyonê ya 6 mehên derbasbûyî hate xwendin.
Paşê deriyê diyalogê ji beşdaran re hat vekirin û nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên ku di civaka navdewletî de diqewimin, hate kirin.
Piştî vê yekê, rewşa jinan li Sûriyeyê, rewşa rêxistinî ya buroyan, xebatên wan û mekanîzmaya xebatên hevpar ên bi rêxistin û tevgerên femînîst ên li herêmê re, hatin nirxandin.
Civîn bi çend pêşniyaran bi dawî bû ku yê herî girîng ji wan: lidarxistina forûmeke netewî ji jinên Sûrî re.

Share This Article